Çalakvanin Sûrî nûçeya mirina hunermendê karîkatêr Ekrem Reslan di girtîgehên Esed de piştî heyvekê ji girtina wî di 2/11/2012an ji bajarê Hemayê di dema kar de ragihandin.
Tabloyên hunermend Reslan bi rûbirûbûnek yekser ji rejîma Esed û serê fermadariyê re dihatin nasîn, û di rojname û malperên Erebî de diweşandin û li Sûryayê rûdinişt.
Hunermend Ekrem Reslan sala 1974an li bajarê Soran ku 18 KM dûrî bajarê Hemayê ye jidayik bûye, bawernameya wêjeyên giştî ji zankoya şamê sala 1996 pê re ye, di gelek rojnameyên Erebî de kar kiriye.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî gelek caran berî niha ji Civaka Navdewletî û rêxistinên Mafê Mirovan xwestibû ku “Sînorekî ji tawanên Esed ku nandozên wî re yên derheqê girtiyên Sûrî pêk tînin deyne, û çavdêriyek tendurustî lezgîn li ser girtîgehên bikarhatî ferz bike, ew jî mîna giringtirîn awa û hewldan e bo vîna gelêrî a doza rûxandina rejîma Esed dike qels bike “.
Hevbendiyê destnîşan kir ku neavêtina gavin lezgîn ji aliyê Civaka Navdewletî bo sizakirina Esed û alavên wî ên ewlehî, beşdariyek di tawanê de ye, kareke nepejirandî ye, û bênirxkirinek ji jiyana gellan re ye.
Jêder: Hevbendî