Karla Dîl Bontî Vekolînera bi ser Netewên Yekbûyî ve ya taybetmenda Mafê Mirovan got, Dê Dadmendî li pey Beşar Elesed be bi sedema ko mafên mirovan binpê kirine û cengeke hovane li dijî miletê Sûriyê kiriye.
Dîl Bontî berdewam kir tiştê nuha giring rawestandina cengê ye , lê anî ziman ko hêvî dike, wek Dadgeheke taybet ya ji tawankarên cengê re li Yogislafiya û Rawenda berê çêbû, gerek ji yên Sûriyê re jî bête danîn.
Dîl Bontî tekez kir ko “Destê dadiyê dê li pey Beşar be heta ko di desthilatdariyê de jî bimîne di çarçova peymana li ser bidawîanîna cenga Sûriyê de.” Ya ko Rêjîma Esed ev çar sal û çend meh li ser miletê Sûrî pêk aniye.
Dîl Bontî endama Komîta vekolîna serbixwe ya Netewên Yekbûyî ji çar salan ve vekolînan di zêdegavî û binpêkirina mafê mirovan li Sûriyê dike, û pênc lîsteyên nehînî ji navên ko guman li ser wan hene amade kirine.
Dîl Bontî nûnera dozdar di Dadgeha navdewletî ya ko serokê Sirbiya yê berê Silobodan Mîlosovîtiş sala 2002an dadgeh kir, piştî heft salan li ser peymana aştiyê ji bo bidawîanîna cengê li Yogislafya berê imze kir.
Cîgirê serokê Hevbendiyê Hişam Merwe tekez kir ko “Esed ji desthilatê derçûye û ew nuha pêşkêşiya çeteyine çekdar dike ji derî yasayê şer dikin, ji ber vê yekê mana wî li ser desthilatê ji aliyê navdewletî nayê pejirandin. Çimkî mumkin nîn e ko tawankarekî cengê ko tawankarî li dijî mirovatiyê kirine Serok bimîne.”
Merwe got: “ li bal Dadgehên Navdewletî navine xuyanî bi tawankariyine xuyanî hene ko tawankarî li dijî mirovatiyê li Sûriyê kirine. Wek raporta êşkencekirina li hundirê zindanan de ya ko Qeyser yê ji Rêjîmê cuda bûbû pêşkêş kir. ”
Merwe destnîşan kir ko “tawankariyên ko bûne hemû mercên tawankiriya tekûz li xwe digirin, gefdana li aliyekî mafnas tenê bo dadgehkirina Tawankaran , dikare ewan tawankaran ji bo Dadgehên Navdewletî pêşkêş bike.”
Jêder: Royterz+Hevbendî