Hevbendiya Niştimanî bi hevkariya Komeleya Sûrî Ya Bêserûşûn Û Girtiyên Nêrînan , di şeşê heyva Çêreya Pêşîn de li paytexta Birîtaniya London, wê pêşangeha “Qeyser ya wêneyan” lidar bixe.
Ev pêşangeh hevdem tê ligel koçberiya bihezaran xelkê Sûriyê bi rêkên zehmet û metirsîdar ber bi derveyî welat, da dûrî bermîlên Esed û girtîgeh û navendên eşkencedanê bikevin, yên ku wêneyên Qeyser wan diyar dikin.
Herwiha wê di pêşangehê de gengeşeyek bête pêkanîn, derbarê ketwarê koçberiyê û sedemên wê, û herwiha çawaniya gerantîkirina dadweriyê û dadgehkirina tawanbaran .
ku pêşangeh bi rêka wêneyên xwe şêwaz û riftarên hovane yên rêjîma Esed yên eşkence û lêdana girtiyan di girtîgeh û navendên ewlekariyê de dide diyarkirin, ku ew wêne ji aliyê efserekî cudabûyî ve hatine girtin, bi navê (Qeyser) û ji sala 2013an ve ew ji Sûriya derket tevlî bêhtir ji 55 hezar wêneyan ve, yên nêzîkî 11 hezar girtiyên Sûrî yên rastî eşkencedanê dihatin li ser destê rêjîma Esed, ku ew wêne bi tenê beşek e ji eşkencedan û kuştina peyrewkirî di girtîgehên rêjîma Esed de.
Ku li destpêka sala 2014an taqîkirinek wird hate kirin li ser wan wêneyan ji aliyê tîmeke yasa û dadwerî ji pileya yekê ve, herwiha ji aliyê komîteya lêkolîna navnetewî ya serbixwe ve jî COL hatiye nimayîşkirin, û wek belgeyeke eşkere ya binpêkirina rêbazkirî ya rêjîma Esed ji mafên mirovan re hatiye tomar kirin, li vê dawîyê pejirandina FBL bidest xistiye wek belgeyek bawerpêkirî bo rêşûnên yasayî di paşerojê de.
Hêjayî gotinê ye ku ew wêne hatine nimayîşkirin li Nêyowork di bargehê UN de û di Kongirêsê Amerîka de û di mozexaneya Holokost de li Waşinton û li Biroksilê di Parelementoya Ewropî de.
Jêder:Hevbendî