Daxuyaniyeke Rojnamegerî
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî û bi helkefta hatina Cejna Qurbanê a Pîroz, germtirîn pîrozbahî bo milletê me yê Sûrî dişîne û ji Xwedê dixwazî ku destpêka xêrê be, û di vê helkeftê de em baweriya xwe bi serkeftina Xweda, jiyan, maf, û azdiyê nû dikin, û biomêd in ku hêviyên Sûriyan pêk werin.
Îroj, Hecac li ser çiyayê Erefê dicivin, û bi hezaran Sûrî di nav wan de hene, hêvî û lavan ji xwedê dikin ku xemgîniyê ji ser Sûryayê hilîne, û serkeftin û ferecê li xelkên wan veke.
Ji ber ku em dizanin rojên Cejnê pîvaneke ji hezkirin, kêfxweşî, û hêviyê di jiyana xelkên Sûrî de re ye, em dibînin ku erkê me ye em û we li ber qurbaniyên şehîdan, sebr û deyaxa dayikan, bêgunehiya zarokan, lehengiya şoreşgeran, berxwedana girtiyan, û êşa penaber û mişextan bihurmet xwe bitewînin. herweha erkê me ye em soza karekî xurt bo pêkanîna hêviyên xelkê Sûrî , pêkanîna serkeftinê, û rêzgirtina nerînên şoreşê û armancên wan yên gewre, û xurtkirina hêviyê ger çiqas gef dijwar bin bi şoreşgeran re nû bikin,
Em baweriya xwe bi gewrebûna vê şoreşê û milletê ku wê bi rê ve dibe, her weha rewaya xwestikên wê di pêkanîna dadwerî, azadî, û rûmetê de, û çi xwîna di ber de hatiye rijandin nû dikin, heviya me mezin e ku wê Sûrya û xelkên wê ber bi jiyaneke serfiraz û birûmet û layiq de here.
Her sal cejna we pîroz be, bi xêr, serkeftin, ewlehî û aştî li we vegere.
Dilovanî ji şehîdan re, saxlemî ji birîndaran re, û azadî bo girtiyan.
Bijî welatê Sûrî, bijî milletê wê azad û serfiraz
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî
1 Êlûnê/ Sebtember 2015