Piştî neh heyvan ji binçavkirinê Mesûd Eqîl kamîrevanê kenala Rûdaw di pevguhertineke girtiyan de di navbera hêzên PYD û DAIŞ de , roja Duşemê 21êlûnê serbest hate berdan.
Di pêwendiyekê de li gel Mesûd Eqêl, ji mere got ku ew û Ferhad Hemo peyamnêrê eynî kenalê li ser riya gundê Til Elo ji hêla çekdarên DAIŞ ê ve di 15-12-2014 de hatibûn girtin.
Eqîl ji me re tekez kir ku ew 120 rojan di zindaneke tekane de bû, û ew li gelek zindanan li bajarên (Tilhemîs- Şedadê- Reqa- Tebga) dihat veguhestin, têde gelek eşkence li ser destê rêxistinê lê hat kirin bi behaneya tawana kufrê.
Li ser rewşa Ferhad Hemo, Eqîl da zanîn ku ji 9ê Adara 2015 ew û Ferhad ji hev hatin dûrxistin.
Hêjaye gotinê ku rojnamevan li Sûriyê rastî kuştin û biçavkirinê ji hêla rêxistinên tundrew û rêjîma sûrî ve tên.
Jêder : Hevbendî