Hevbendiya Niştimanî îro di daxuyaniyekê de bi helkefta cejna qurbanê pîrozbahiyên gerim arasteyî tevaya xelkê Sûriyê kirin, hêvî kir ku ev cejn bibe destpêka xweşiyê û pêre bawerî bi serkeftina xwedê û bi jiyan û maf û azadiyê nû bibe û herwiha xwest ku hêviyên Sûriyan pêk werin.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de amaje kir ku îro Hecî li girê Erefê kom dibin û di nav wan de bihezaran Sûrî jî hene , destên xwe bilind dikin û ji xwedê dixwazin ku ferehiyê û serkeftinê bide Sûriyê û xelkê wê.
Têzanîn ku komîteya Hecê ya ser bi Hevbendiyê ve li beyaniya îro gihiştina 12 hezar Heciyên Sûrî bo ser girê Erefê ragihand, ew hecî di riya Tirkiya û Beyrût û Qahîre û Emanê re gihiştine xaka pîroz.
Daxuyaniyê diyar kir ku rojên cejnê herdem di jiyana Sûriyan de derfeteke ji bona hêvî û xweşiyê, hevdem bal kişand ku pêwîst e hemû xelkê Sûriyê bi rêz û hurmet li pêş nirx û qurbaniyên şehîdan û sebr û hedara dayîkan û pakiya zarokan û qehremaniyên şoreşgeran û xweragiriya girtiyan û derdeseriyên aware û penaberan rawestin, û hevdem em soz didin ligel hemû şoreşgeran bo mezaxtina zehmetkêşiyan ji bona dabînkirina daxwazên Sûriyan û bidestxistina serkeftinê û bimînin pabend bi rêz û piransîp û armancên şoreşê û li pêş her rûbirûbûnekê geşbîn bin.
Dubare Hevbendiyê tekezî li ser mezinahiya şorêşê kir û baweriya xwe bi gelê şoreşger mikum kir, herwiha bi dadmendiya armancên şoreşê ji bona bidestxistina dadê û azadî û rûmetiyê û bi xwîna ji bo hatî rijandin, ku wê bi saya wê jiyaneke hêja û serfiraz bo Sûriya û gelê wê dabîn bibe.
Jêder:Hevbendî