Derbarî çalakiyên komîteya pêwendiyên derve ya ENKS , me ev Dîdara taybet bi Silêman Oso ” endamê Komîteyê” re pêk anî.
1- Şanda komîta têkiliyên derve ya Encumana Niştimanî ya Kurd ENKS, hin hevdîtin bi hin baliyozên welatên cîhanê re pêk anîn, çi di wan hevdîtinan de çêbû?
Belê Şanda komîta têkiliyên derve ya ENKS hevdîtin li gel gelek balyozên welatên cîhanê kirine, têde mijarên sereke û pêşveçûnên dawî li sûriyê û bi taybetî li herêma kurdî dihatin gengeşekirin, her weha Koçberiya ku welatiyên Sûrî tûşî wê bûne mijara herî giring bû ya li ser dihate seknandin, û me xwest ku civaka navdewletî bi rengekî ceddî li ser pirsgirêka Sûriyê raweste û çareseriyeke siyasî ji vê rewşa xerab re bibîne.
2- Şandê li bajarê Istenbolê hevdîtinek li gel desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî kir, encamên wê hevdîtinê çibûn?
Rast e, me li gel destiya siyasî ya Hevbendiyê civateke berfireh li dar xist, têde em li ser rewşa Sûrî bi şêweyekî giştî rawestiyan, û gelek mijarên din hatin giftûgokirin wek destpêşxeriya Stîvan Dîmistora ji bo çareseriyeke siyasî ji piresgirêka Sûriyê re,û sebaret vê mijarê me hin xelekên karê hevbeş ji bo lêkolênê li ser vê destpêşxêriyê li dar xistin.
Bê guman di civata me de li gel Hevbendiyê koçberiya gelê Sûrî hate beheskirin, û herdû aliyan tekezî li ser pêwîstiya alîkariya bi welatiyan re kirin da ku karibin li warê xwe bimînin û xwe li deryayan nexin.
Ji hêlke din ve me doz li desteya siyasî ya Hevbendiyê kir ku bi belgeya siyasî ya ku di navbera me de hatiye imzekirin pabend bin.
3- komîta têkiliyên derve ya ENKS ta niha bê seroke tevlî ku Ebdulhemîd Derwîş weke serokê komîtê hatiye destnîşankirin, gelo sedem çi ne?
Endamên komîtê birêz Ebdulhemîd Derwêş li gor hin pîvanan weke serokê komîtê helbijartin, çimkî ew bi temenê xwe ji me tevan mestir e ji bilî ku Derwîş yek ji damezrênerên tevgera siyasî ya kurdî li Sûryê ye.
Nerabûna Derwîş bi karê xwe ji ber ku ew pabendî biryara komîta navendî ya partiya xwe ye, û di nerîna min de wan xwe şaş kiriye, ez bi hêvî me ku partiya Pêşverû ji vê biryarê vegere, ji ber ku pêwîst e birêz Derwîş vegere ser karê xwe wek serokê komîta têkiliyên derve.
4-çi piroje û pilanên kar li pêşiya komîta têkiliyên derve hene?
Li gor pilana komîtê gerek serdan ji gelek aliyên siyasî re hebana, lê ev kar hate li paşxistin bi sedema hin piresgirêkên abûrî yên girêdayî ENKSê.
Lê di hefteya were de wê geşteke diblomasî ya komîta têkiliyên derve hebe û ewê hin hevdîtinan li gel hin aliyên siyasî li dar bixe.