Tevlî helmetên berdewam ku çalakvanên Sûrî bo berdana girtiyên di zindanên rejîma Esed de pê radibin, lê hîn bi hezaran di binê zindanên rejîmê de girtî ne.
Bo rewşa girtinê û girtiyan, beşê Kurdî di nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî de, ev hevpeyvîna taybet bi rojnamevan Şiyar Xelîl re kir, ku vê dawiyê ji zindana rejîma Esed serbest hatiye berdan.
Hevpeyvîn:
– Tu dikarî kurtenasînekê bi xwe bidî ?
Şiyar Xelîl, ji bajarê Cindêrsê yê bi ser devera Efrîn ve me, jidayikbûyê 1985an, derçûyê kolîja ragihandinê ji zanîngeha Şamê, berî girtina xwe, wek nûçegihan bi kenala Sky News re li deverên rizgarkirî min kar dikir, berî wê min kar bi saziyek ragihandinê taybet re navê wê “e Syria” bû dikir, lê min dest ji kar berda, ji ber lihevnehatina helwestan di navbera saziyê û karê şoreşgerî de.
– Tu dikarî ji me re li ser roja girtinê û serbora xwe di girtîgehê de biaxivî?
Bihêle ez ji te re tiştekî berî girtinê bêjim, em girûpek xort bûn, me xwepêşandanên lezok li taxên Şamê dikirin, ji taxekê diçûn ya dî, û her me dibihîst ku xwepêşandanek li taxekê heye me hewl dida em xwe bgihîn wê û bi xurtî lê amade bibin, ta em ya dilê xwe bêjin, xwepêşandan ji me re mîna bihnderxistinek rojane bû. Di roja 23/4/2013an de, em girûpek ji ragihêneran li çayxanakê li taxa Sarûca di nîvê Şamê de rûniştîbûn, ji nişka ve dewriyek ewlehiyê girt ser deverê, me dûv re nas kir ku ew ya şaxê ewlehiya leşkerî bû, di wê kêlîkê de em girtin, û şaxên ewlehiyê em dan dest hev. Ezmûneyek tal bû, hêvî dikim tu kes tê re derbas nebe, dema mirov di xeyalê xwe de wê dîmenê di bîra xwe bîne mirov dê gelek tiştan ji hev derxe eger nas bike çawa em bêtirî 100 kesî di odeyeke çargoşe de bûn 4 metro bi 2 metran.
– Te çiqas dem di şaxên ewlehiyê de qedand, û awayên işkenceyên ku te dîtin çi bûn?
Dema girtina min du sal û şeş rojan berdewam kir, ji wan salek û heyşt heyv li girtîgeha Edra, 3 heyv li şaxê Filestîn, û 2 heyv li şaxê ewlehiya cinaî li Bab Misela li Şamê. Ji hêla işkencê ve, di dema lêpirsînê de Teşbîh li ser me bikar hat, em hatin danîn li ser “Bîst Elrîh”, herweha em hatin kehrebekirin, û qûncikên çixara di laşê me de ji bo mikurhatinê dihatin vemirandin, ta niha şûna daxên çixareyan di laşê min de nexişandî ne, em ji rastiyê dûr nakevin eger em bêjin alavên ewlehiya rejîma Sûrî di hunera işkenceyê de şareza ne, ya herî hovane , bi awayekî koranî li mirov didin, ne derd e ji wan re derba wan li ku dikeve.
– Ji Bilî işkenceya laş, tu riswakirina kesayetî û derûnî hebû?
Helbet, sedî sed, sixêf tiştek normal bûn, ya herî balkêş dema min xistin nav kesên bi cirmên cinsî hatibûn girtin wek destdirêjiya cinsî û lûtekariyê, dibe ew jî coreyek ji şerê derûnî be ku rejîm derheqê çalakvan û girtiyên nerînê bi awayekî giştî bikar tîne.
– Ewên hûn eşkence dikirin çi kes bûn regezên wan çi bûn?
Nasnameya wan a kuştin, wêran, û talanê bû, girêdana wan bi Beşarê Esed ve bû, ne bi tu regezên din ve bû.
– Rejîmê hewl da ku mikurhatinê di bin darê zorê de ji te wergire, û di riya ragihandinê re belav bike?
Erê, kenala Ixbariyê a Sûrî anîn bo mikurhatinên min ji alavên ragihandinê re tomar bikin ku ez ji komên tirorist im, ev bersiv yê efserê berpirs di ewlehiya cinaî li şaxê Bab Misella ji min re digotin, navê wî ” Mueyid El- Misotî” bû, ya balkêş ku yê kamîrevan berê hevalê min bû, ji ber me herdwan di warê ragihaninê de kar dikir, û li gelek ciyan. Berî girtina min me hev didît.
– Dihat gotin ku te şêwekarî û nivîskarî di girtîgehê de dikir?
Ta ku her tişt ji xwendevan re zelal be, û di nav zaniyariyan de wenda nebe, cudahiyek mezin di navbera şaxên ewlhiyê û girtîgeha Edra de heye, di şaxên ewlehiyê de tu tişt ji bilî lêdan, lêpirsîn, pîskirinê, û bêpariya ji biçûktirîn mafê mirovan tune ye, lê di girtîgehê de derfetek mezintir ji danustendin û çûnuhatinê re heye, pirtûkxaneyek mezin di girtîgehê de hebû ez lê rûdiniştim, rewşa girtîgeha Edra rê li pêş min vekir ku ez wênesaziyê jî di riya daneheva bilêtên telefonê ên biçûk re bikim, û herweha wênesaziyê bi merhema diranan û rengkirina bi xîmava pênûsên berdest bikim, min gelek tablo di wir de saz kirin, û ez ê nêzîk pêşengeheke taybet bi tabloyên girtîgehê ku behsa rewşa girtî û serborên wî dike vekim, ji bilî wilo min romanek tekûz ku bûyerên wê li Şamê di dema karê şoreşgerî yê sivîl de ne nivîsand, eger derfet hebe ezê rojekê çap bikim.
– Çawa hiştin ku tu tabloyên xwe ji girtîgehê derxî ?
Di riya hindek hevalên ji Helebê ku hatibûn serdana min.
– Çawa û çilo tu hat berdan?
Dibe ku rola rêxistinên navdewletî di berdana min de hebe mîna Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî û Nûçegihanên Bê Sînor, û girûpek ji rêxistinên ku dosya min bi hûrbînî dişopandin, lê biryara berdanê di riya rasparteyê navdewletî Stîvan Dî Mîstora û destwerdana wî di dema dawî de di dosya min de bû.
Dadgehkirina min di cirma yekem de ku ji bo pêkanîna Karin tiroristî bû hate tunekirin, û di cirma diwem de bi kefaleta 10000 lîreyên Sûrî hatim berdan, ew jî gunehê min tê de kirina karin tiroristî û tevlêbûn û piştgiriya darayî ji rêxistinên tirorist re bû.
– Gelo tu hîn Şiyarê berê yî, yê berî girtinê?
Erê, ez Şiyar Xelîl im, ê ku bêtir ji du salan di şaxên ewlehiyê de qedandin, moralê wî bihêz bû, hêvî li hevalên xwe yên li girtîgehê belav dikir, hîn baweriya min bi armancên şoreşê tê piştî ez derketime, wek berî girtinê jî, ez qet ji baweriyên bi azadî û rûmet û dadweriyê nayêm xwar, hîn di wê baweriyê de me eger Sûriya ji rêjîma tawankar rizgar nebe, wê bi saya milişiyên pê ve girêdayî, herweha komên tundrew mîna Daiş û ên wek wê, bimîne meydana hemû cureyên kuştin û tawankariyê.