Rêxistina “Afaz” a navdewletî, ku guh dide pirsgirêkên jîngeh û mafê mirovan li cîhanê ji serokê Emrîkî Barak Obama xwest ku herêmek dijfirîn li Sûryayê pêk bîne, ji bo rewşin aram ji sivîlên Sûrî re ku mirin û kuştina rojane ji firokên rejîma Esed ji berî çar sal û nîvan dibînin biafirîne.
” Afaz” reklamek li ser rûpelek sax di rojnameya ” New York Times” a Emrîkî bi navê ” Serok Obama.. Tu Li Hêviya çi Yî?” weşand, di reklamê de wêneya zarokek Sûrî ye ku ji êrîşeke kîmawî ya rejîma Esed bi ser wan de biribû rizgar bûbû.
Rêxistinê destnîşan kir ku ” Melyon û 93 hezar û 775 kesî” li ser lîsteyekê emza kirine ku dixwaza pêrabûnin ber biçav ji Emirîka dikin bo parastina sivîlên Sûrî ji rejîma kuştin û tirora Esed.
“Afaz” di riya hevalên xwe re yên li hemû deverên cîhanê bi helmeteke navdewletî radibe, bo nav di welatên mezin de bide da herêmek dijfirîn li azmanê Sûrî bo parastina sivîlan ji bermîlên teqîner ku rejîma Esed wan diavêje ferz bike.
Helmeta ” Afaz” piştî pêşkêşkirina endamin ji Komeleya Nojdarî a Srûrî – Emirîkî belgeyin bo komîta têkiliyên derve di Kongrisê Emrikî de tekez dikin rejîma Esed çekin kimawî dijî milletê Sûrî bikar anîne hat. Ew jî di dema beşdariya wan di rûniştina bi navê “Bikaranîna Esed Ji çekên Kimawî Re”, ku roja çarşemba bûrî li komîta têkiliyên derve, li Waşingtona paytext lidar ketibû.
Ji nav belgeyan, wêne û parçeyên vîdyo ku 31 rewşên bumbebarankirina bi xaza Kilor ji 16ê Avdarê ta meha Hezîrana di vê salê de li Sûryayê belge dike. Anî Sparo textora ku ji sala 2012an de xwebexş li ser sînorê Sûrî – Tirkî kar dike destnîşan kir ku “Rejîm deverên sivîlan bi xaza Kilorê armanc dike” û Sparo xwest ku dijfirîn çêbibe, ji ber ew “çareya tekane ye ji qedexekirina kuştinê re “. Ji hêla xwe ve cîgirê Cemhûrî Cîf Donkan got: ” Wêneyên ku me dîtin beramberî melyonên peyvan e”.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî tekez kiribû ku binpêkirinên rejîma Esed ji biryara Encumena Ewlehiyê a dawî nemre 2209 ku bi şermezarkirina bikaranîna xazên jehrdar li Sûryayê ve girêdayî ye, neguhdana Esed û binpêkirina wî ji yasa û belgeyên navdewletî re diyar dike.
Herweha Hevbeniyê tekez kir ku divê bersivek dijwar ji hêla Encumena Ewlehiyê ve li ser van tawanan û di bin bendê heftan de hebe, ku di biryara nemre 2209an de hatiye, pirsyariya yasayî di parastina Sivîlan de, raspêra Parastina Ewlehî Û Aştiya Navdewletî, kar bo neketina qurbaniyên bêtir ji ber helmetên bumbebaranên asmanî ku rejîma Esed bi ser sivîlan de dibe avêt ser millê Encumena Ewlehiyê.
Jêder: Hevbendî