Di 15 ê heyva Hezêranê de xwendekarên pola 12 “bekeloriya” li parêzgeha Hesekê ezmûnên xwe bi dawî kirin.
îsal rêjîma Esed li bajarê Hesekê navendên ezmûnan tenê li çargoşeya ewlehî dstnîşan kirin da ku di bin kontrola wan de be lê li bajarê Qamişlo rêjîmê û esayişên bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat “PYD” ve bi şêweyekî hevbeş çavdêrî li ezmûnan kirin.
çavdêrên li holên ezmûnan ku nexwestin navê wan bê eşkerekirin ji mere diyar kirin ezmûn bi şêweyekî ne durust li bajarê Qamişlo derbas bûn ji ber ku gendelî pir peyda bû.
Li ser aloziyên ku derketin hemberî xwendikaran Dijwar Misto ji bajarê Serê kaniyê got ku ji ber navendên ezmûnan tenê li Qamişlo û Hesekê bûn xwendekarên bajar û bajarokên parêzgehê mîna (Serêkaniyê- Tiltemir – Dêrik- Girkêlegê……) gelek zehmetî dîtin û bi taybetî di veguhestinê de.
Her wiha Misto li ser şêweyê derbasbûna ezmûnan axivî” ezmûn li Hesekê bi şêweyekî durest û fermî bi rê ve çûn, lê li Qamişlo şêweyên gendeliyê bandorek neyînî li xwendekaran kirin”.
Tê zanîn ku ev çar salin ezmûn bi şêweyekî ne durust li parêzgeha Hesekê bi rêve diçin.
Jêder : Hevbendî