Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Yihya Mektebî tekez kir ko mezintirîn alîkarî bo Penaberên Sûriyê ew e ko karibin ewan li Welat vegerînin. Bi ferizkirina Herêmên aram û hêmin û li ber firandina firokên Esed qedexe bin. Çimkî ew Firok ji derbideriya Sûriyan re sedema sereke ne.
Mektebî xweşhaliya xwe bi bizavên dewletên mêvandariya Penaberên Sûriyê kirine û bi taybetî yên cîran diyar dike.
Her wiha doz li Civaka Navdewletî kir ko bêtir alîkariyan ji bo wan dewletan pêşkêş bike da ko pêdiviyên bihezarên Penaberan dabîn bikin.
Her wiha Mektebî xweşhaliya xwe bi fidakariya Penaberên Sûriyê û sebir û xweragirtina wan di wan çar salên buhirî diyar kir. Piştî ko neçar dev ji mal û milkên xwe berdan ji ber şer û kuştin û tiroristiyê reviyan. Şerê ko Rêjîma Esed ewî birêve dibe da Şoreşa azadî û rûmetê têk bibe û ji hemû kesên ala Şoreşê hilgirtine tolê hilîne.
Mektebî diyar kir ko bi dûmahiya sala 2014an re hejmara Penaberên Sûriyê gihişt 3.8 milyon Penaberî, li dewletên derûdor belav bûne. Her wiha hejmara Derbiderên hundirê Sûriyê gihişt bêtir ji 7.6 milyonî li gora raporta Birêveberiya Penaberan ya bi ser Netewên Yekbûyî ve û gelek ji wan Derbideran pir rewşa wan aloz e, piştî ko berê xwe dane Herêmine din, û li wir jî Rêjîmê ew dorpêç kirine, û nahêle ko Rêkxistinên navdewletî derbas bibin.
Jêder: Hevbendî