Der barê helawîstina danûstandinên Cinêvê, û komelkujiyê ku rêjîm li Helebê pêk tîne, beşê kurdî ji ofîsa ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, ev dîdar bi nivîskar û rahêner Tewfîq Abdilmecîd re kir.
Gelo tiştê li Helebê dibe fişarek e li ser Rikberiyê ji bo ber bi şert û mercên Esed ve di dan û standinên Cinêvê de bê, da ku xwe bide alî ji desteya Hikûmeteke veguhêz ya li gor daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 ?
Ez bawerim ku armanc ji tiştên bûn û hêjî dibin li Helebê, têkbirina danûstandinên Cinêvê ye, yên ku di dawiyê de desteyeke Hikûmeta veguhêz bi hemî desthilatan pêk tê, li ser bingeha biryarên kongireyê Cinêv 1, û ji bo bidûrxistina nûnerên Rikberiyê ji van biryaran, da berê wan bide gengeşekirina bûyerên nû yên ku xwe ferz kirine li ser danûstandkaran, ji bo rawestandina bumbebarana hovane li ser bajarê Helebê, her weha ji bo gengeşekirina wan babetên têkildar bi warên mirovî, yên ku hatibûn dîtin ku ew ne cihê danûstandinê ne, û ji bo ku karê nûnerên Rikberiyê ji ber hev belav bibe, û kula wan bimîne rawestandina bûyerên Helebê û derdorên wê yên, ji ber ku balafirên Rûsî û Rêjîm, bermîlên teqîner dijî sivîlan û taxên wan , avahiyên pizîjkî,’enbarên derman , nexweşxaneyên meydanî tevlî yên ku bi ser rêxistinên navdewletî ve bikar tînin, gelo ma wê çawa danûstandin der barê qûnaxa veguhêz di bin bûmbebaranê de bibe?
şandeya Rikberiyê çû Cinêvê ji bo gengeşekirina yek tewerî, ew jî qûnaxa veguhêz e, lê wî xwe dît pêşberî guhertin û bûyerên nû li ser xakê, yên didin xuyakirin ku Rêjîm û Rûsiya ne durust in, lewra tu rê li pêşya rikberiyê nema ji bilî helawîstina danûstandinan.
Li gor çavdêran, Rêjîma Esed tewanên cengê û yên dijî mirovahiyê pêk tîne, gelo vê sedemê têrê nedikir ku civaka Navdewletî destwerdanê ji bo rawestandina komelkujiyên rojane li dijî sivîlan bike?
Mixabin civaka Navdewletî tu karê hêja li himber van tawanên mezin yên ku rêjîm dike nekirye, her ku rêjîm dikeve tengasiyekê, hevalên wî û kesên ku çêkirina biryarê di destê wan deye bi hawara wî ve tên, da ko hejmarek zêdetir ji tawanan pêk bîne, û xurtbûna xwe li dijî gelê Sûriyê, yê ku berevaniyê di ber azadî û rumeta xwe û rizgariya ji sitemkariyê dike bikar tîne. Gelek rawestgeh bûrîne ku gerek bû civaka navdewletî destwerdan kiriba, lê mixabin civaka navdewletî nekir, û carinan jê digha asta pîlangeriyê jî, û tiştek der barê xwînrijandina ku dibe, û rizgarkirina gelê Sûriyê xwediyê armancên rewa, nekir.
Gelo kanîn helwîstên hevalên gelê Sûriyê der barê bûyerên Sûriyê û vê dijminkariya kirêt li ser Helebê bi taybetî ji berî deh rojan ve?.
Helwîstên hevalên gelê Sûriyê nagihêjin wê asta ku ji wan tê xwestin, û gelek caran gelê Sûriyê bi tena wî hiştin, tenê hin alîkariyên ku nema karîbûn xwe jê bidin alî kirin, lê helwîstên giring tune ne, tenê şermezarkirin û xuyakirina dilgiraniyê hebû, lê heye ku tiştên ku niha li kolanên Oropayê û hin dewletên din dibin, bandorê li helwîsta wan bike, ji ber ku tiştê li Helebê dibe bûye cihê balkêşî û dilgiraniya raya giştî, û bêguman ne raya giştî ya Erebî û ya Islamî yên ku dûr in ji tiştê ku dibe.
Hevbendî tekeziyê li ser redkirina destêwerdanên derve di biryardana pêşeroja Sûriyê û çêkirina destûra wê de dike, û tê zanîn ku li Nêmsayê gengeşe der barê destûra Sûriya pêşerojê hat kirin, ji aliyê hin kesayetiyên Rikberiyê, tu çawa vê bûyerê dixwîne?
Di nerîna min de, destêwerdana derve ne tiştekî şaş e, ku armanc jê rizgarkirina gelê Sûriyê û guhertina rêjîmê bi hemû simbolên wê bi rêjîmeke dîmoqratîk û piralî û hevparî û sivîl û ne navendî be, û daraştina destûrê divê mafên tevaya pêkhateyan li gor peyman û belgeyên navdewletî li ber çav bigre, û mafê gelê Kurd di wê destûrê de bê nivîsîn wek pêkhateyekî sereke li kêleka gelê Ereb, û her wiha pêkhateyên din neyên piştguhkirin, lê gengeşeyên ku li Nemsayê bûn tenê raman û nerînên siberojê bûn.
Gerandina termên hin şervanan li kolanên Efrînê cihê şermezarkirinek giştî bû ji aliyê civaka kurdî ve, gelo çima ew çalakvanên bi ser şoreşê ve tên dîtin ev şermezarî nekirin dema Da’işê Karin wek van karan dikirin?
Ew kar dijî hestên mirovan e, û gelê kurd bi hemû rêxistinên xwe ve, tevlî ew kesên ku pê tuhmetbar bûn jî, her û her şermezariya van karên weha kirine, lê ez bawerim ku ew lîstikeke kirêt bû ji Ewlekariya Rêjîmê, armanc jê gurkirina nakokiyên Erebî Kurdî ye, û belkî ji bîra şopîneran çûye ku hêzên Sûriya Dîmoqrat gotina “Kurd” tê de tune ye, û ala hatibû bilindkirin di wê gerandinê de, ya ku her kesê xwedî sênc wê ret dike, bi sê zimanan navê ew aliyê ketiye xefka rêjîmê de û ew term bi wî rengê dijî mîrovahiyê gerandin hatibû nivîsîn, û ez tenê rêjîmê û sîxurên wê bi vî tiştî gunehbar dikim, û ev karê kirêt tevlî hemû gemariya têde, hinan kar dikir ji bo gelê Kurd pê bikulîne û biêşîne, her wiha gelek karên ji vî gemartir, yên bi destê tîrorîstên dest-çêkerên rêjîmê hatin kirin, û çav ji wan dihat girtin. bi yek çavî li hemî tawanan nayê nerîn.
Li gor daxuyaniyên endaminan di desteya danûstandinan de, nakokî li ser hin xalên bingehîn di nav Rêjîmê û Rikberiyê de hene, gelo ew xal çine?
Nakokî di gelek xalan de hene, der berê veguhestina siyasî, nerîna Rikberiyê ew e, desteya Hikûmetek veguhêz ya bi hemû karûbar û desthilatan tevlî desthilatên serokê Komarê. lê rêjîm bi çavekî din dinêre tenê ew çaksaziyên siyasî û Hikûmeteke yekîtiya Niştimanî di bin serokatiya Beşar Elesed de dibîne, her weha Rikberî jinû-avakirina Artêş û hêzên Ewlekariyê û tevlêkirina tabûrên Rikberiyê jî û danîna bingeha artêşeke Niştimanî ya ne li gor idyolociyek tekrew dibîne, lê rêjîm tenê dixwaze tevlêkirina hin tabûrên din di nav artêşa niha de, bêyî guhertina şêweyê avabûn û birêvebirina wê li gor pilanên rêjîmê, û her wiha der barê Destûrê jî nakokî heye, çimkî Rikberî ragihandina destûreke nû û nema-karkirina bi destûra niha û jihev-veqetandina desthilatan dixwaze, lê rêjîm dixwaze destûra niha bihêle û serastkirina hin tiştan têde çêke.