Şûnkarê Sikirtêrê giştî yê NY yê karubarên siyasî Cêfirî Fîlitman, carek din daxwaza Sikirtêrê Giştî , ya ji endamên Encûmena Ewlekariyê kiribû, ji bona raguhestina doseya Sûriyê bo dadgeha tawanên navdewletî dubare kir.
Û tekez kir ku ” bombebarankirina esmanî li dijî Helebê ji aliyê rêjîma Esed di mawê çend heftiyên dawî yê de, tê pesind kirin wek şerên herî xirab”.
Ev çend duhî hat di gotara wî de ya li pêşiya civîna ewlekariyê ya hatî girêdan derbarê Sûriyê û rewşa Helebê.
Fîtitman tekez kir ku pêwîst e berpirsyarên encamdana tawanên şer bêne dadgehkirin. Herwiha şûnkarê sikirtêrê giştî yê karubarên siyasî got ku nabe kuştinên rojane yên dibin li seraserî sûriyê bêne derbaskirin, û balkişand ku pêwîst e hemû dewlet pabend bin bi binema û piransîpên yasa mirovî ya navdewletî.
Li aliyek din duhî hêzên “odeya oparisyonên rizgarkirina Helebê”, hêzên Esed bi armanckirina nexweşxaneya zarokan “Eldebît”, ya dikeve dibin kontrola hêzên rêjîmê de li Helebê tometbar kirin, hevdem daxwaz ji komîteyên lêkolînên navdewletî bo serdana cihê nexweşxaneya “Eldebît” û “Elsikirî” kirin, ji bona belgekirin û dupatkirina heman tawankariyê”.
Daxuyaniya hêzên navhatî diyar kir, ku “hêzên rêjîmê nexweşxaneya Eldebît li taxên rojavayê Helebê armanc kir, tenê ji bona gunehbarkirina hêzên şoreşê bi heman tawanê, herwiha ji bona veşartina kuştarên xwe yên berdewam li bajarê Helebê “.
Daxuyaniyê armanckirina nexweşxaneyê ji aliyê artêşa azad ve red kir, û tekez kir ku ” yên cihê nexweşxaneya armanckirî û cografiya bajêr û nexşeyê eniyan nas dike , dibîne ku ragihandin û piropagendeya rêjîmê tev sexte û derw e”.
Jêder: Hevbendî + Wekalat