Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, diyar kir ko Operasiyona Siyasî bi gihaştina damezirandina Desteya desthilatdara veguhêz ya bi hemû karûbaran li gora daxuaniya Cinêvê û biryara 2254, amanca xwe bicî naniye.
Di daxuyaniyeke taybet de serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Elebde, got ko Rêjîma Esed ji destpêka Operasiyona siyasî ve ne jidil beşdar bû, ji lewra operasiyona danûstandinan giha rêkeke girtî, her weha pirojeyên Rêjîmê yên leşkerî da Helebê kontrol bike hatin xyuakirin.
Elebde got ku Heleb nakeve bin kontrola Hêzên Esed û Milîtanên ko li rex wî, yên di bin sîwaneke asmanî Rûsî de şer dikin, û doz ji civaka Navdewletî kir da fişarê bidine ser Esed , ji bo operasiyona xwe ya hovane li ser Helebê birawestîne.
Û got ku miletê Sûrî dê hemû mafên xwe bi destê xwe ve bîne, û dest bi dest kar bike da Sûriya paşerojê ya ko wê ya hemû miletê Sûrî be ava bike.
Jêder: Hevbendî