Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Mewfiq Nêrebiyê, hişyarî da li ser qewmîna komelkujiyeke nêzîk di girtîgeha navendî ya Hemayê de, ku girtî rastî metirsiya cînosaydkirinê tên, piştî astengiyên li ser girtîgehê hatin sepandin ji çend rojan ve ji ber nerazîbûna li ser hewlên hêzên Esed ji bona bidarvekirina hin girtiyan.
Nêrebiyê balkişand ku girtî gehiştine qonaxeke xirab ji ber guvaşên li wan dibin û bêgoman heger çi derfetekî nebînin wê rewşa wan xirabtir bibe, û hevdem da zanîn ku hêzên Esed bi derbasbûna xwe di hudirê girtîgehê, hemû hêl qetandin û hemû yasa binpê kirin û dirindetirîn tawan pêkanîn, û daxwaz ji rêxistinên navdewletî yên di Sûriya de, wek Heyva Sor û Xaça Sor kir, ji bona bilez serdana girtîgehê bikin û li ser rewşa wê rawestin.
Herwiha Nêrebiyê daxwaz ji NY kir ji bona fişaran bêxe li ser rêjîmê derbarê vê mijarê, û herwiha hemû fayilên helawîstî û misogerkirina rawestandina bombebarankirinê û amadekirina baredoxan ji bona pirosêsa veguhestina siyasî.
Di dawiyê de got: “li hember têkşikestina civak û dada navdewletî hember erkê parastina sivîlan ji mirina ji herçar aliyan ve ber bi wan ve tê , dibe ku çarenivîsa girtiyên di girtîgehên rêjîmê de, tenê girêdayî be bi tişta ku ew dikarin ji xwe re pêkbînin”.
Jêder: Hevbendî