Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî komelkujiya hêzên Esed ya hovane ya li êvariya îro di derheqê sivîlên koçberên kampa Elkemûnê de li gundewarê Idlibê şermezar dike, ku kamp bi çendîn êrîşên esmanî hat armanckirin û bû egerê şehîdbûna 70 sivîlî, di nav wan de jin û zarok jî hene, tevî bidehan kesên birîndar û herwiha ji encama bombebarankirinê gelek xêzan veder û bêmal man, ji ber şewtandina xîvetan ku bi sedan xêzan dibin wan de dijîn.
Herwiha Hevbendî bêdengiya civaka navdewletî jî li hember komkujiya rêjîmê di derheq sivîlên Sûriyê de şermezar dike, hevdem tekez dike ku ev bêdengî yekser dibe hevparî di tawankariyê de, ku dibe destûrdan û muhletdaneke vekirî bo kuştina xelkê Sûriyê.
Em di Hevbendiyê de tekez dikin ku bombebarankirina kampa koçberan, yekser hat piştî şermezarkirina Encûmena Ewlekariyê ji komelkujiyên rêjîma Esed re yên li dijî Helebê; ku ev yek dibe berhengarî û rûbirûbûneke eşkere ji vîna navdewletî re û hemû biryarên yasa navdewletî piştguh dike, ku em cext dikin ku ev riftara tawankarî, dide diyarkirin ku hêç nêzîkbûneke siyasî peyda nabe, di dema ku rêjîm û bi hevalbendên xwe ve di pêkanîna tawanan de berdewam in, herwiha dupat dike ku hîç hevparek ku nimiztirîn astên hevpariyê digel hebe nine, ji kargêriya piroseya siyasî, bi tenê girûpek e kar li ser rêveberina terora dewletê ya rêbazkirî dike.
Hevbendî germitirîn serxweşiyan ji bona kesukarên şehîdan pêşkêş dike, û hevdem destxweşiyê li xwerageriya gelê Sûriyê dike, tevî hemû zehmetiyan, li jêr sîbera nebûna hîç aliyekê yan rêxistinek navdewletî bikaribe rêzê li piransîpên xwe bigire û bi erkê xwe rabe bo parastina miletekî ku tûşî dirindetirîn awayên tawanên şer û yên dijemirov dibe.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
05 gulan 2016