Daxuyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, hişyariyê dide li ser qewmîna komelkujiyeke nêzîk ku niha rêjîm haziriyê jê re dike li girtîgeha navendî ya Hemayê, û girtî rastî metirsiya cînosaydkirinê tên, piştî yaxî û isyana girtiyan ji çend rojan ve wek karvedanekê li ser nerazîbûna ji hewlên hêzên Esed ji bona bidarvekirina hinan ji wan.
Girtî gehiştine qonaxeke xirab ji ber guvaşên li wan dibin, ji ber serkutkirina pir û rewşa xerab ya ku tê de dijîn, û nebûna ti rêxistina mirovî ji bo guhdanê bi karûbarên wan û rewşa girtîgehê û dadkirina girtiyan bike.
Û dibîne ku çi hewildana hêzên Esed bo derbasbûna kotekî di hudirê girtîgehê de, wê gaveke tewankarî ya din be, ji rêjêmekê ku hemî hêlên sor derbas kirine û hemî yasa binpê kirine û mezintirîn tewanên cengê pêk anîne.
Hevbendiyê daxwaza çavdêriyek navdewletî ya berdewam û rêkûpêk ji girtîgehên Sûriyê re kir, di riya rêxistinên navdewletî yên li Sûryê wek Heyva Sor û Xaça Sor, ji bona bilez serdana girtîgehê bikin û li ser rewşa wê rawestin.
Herwiha Hevbendiyê daxwaz ji NY kir ji bona fişaran bêxe li ser Rêjîmê derbarê vê mijarê, û herwiha hemû fayilên helawîstî û misogerkirina rawestandina bombebarankirinê û amadekirina baredoxan ji bona pirosêsa veguhestina siyasî.
Sersaxî ji şehîdan re, saxlemî ji birîndaran re, azadî ji girtiyan re, bijî Sûriya, bijî gelê Sûriyê azad û serfiraz.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
6 gulana 2016