Berpirsê karubarê mirovî di NY de Stîven Olbirayîn, tekez kir ku komelkujiya kampa Kemûnê li gundewarê Idlibê li ser destê rêjîma Esed “dibe bigihêje asta ku bibe tawaneke şer”, û duhî di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: ku tişta bûyî ” tirs û dilxelandin li rex wî çêkir”, û da zanîn ku “ev êrîşa kirêt (li ser kampê) bi xwe armanckirinek bimebest e li ser devereke sivîl”.
Ku li êvariya duhî û piştî bombebarankirina wê ji aliyên firokê Esed ve bi çend êrîşan, ew êrîş bûn egerê şewtandina xêvetan ku bi sedan xêzanên koçber dibin wan de dijîn, û nêzîkî 30 sivîl têde hatin şehîdkirin, jin û zarok di nav wan de hene.
Çalakvananinan hin wêne li ser malperên enternêtê belav kiribûn, û têde wêneyên xêvetên şewtandî yên kampa li nêzik Sermeda li Idlibê tên xuyakirin.
Li aliyek din û di daxuyaniyek rojnamevanî de, wezîrê derve yê Birêtaniya Fîlîp Hamond, Bişar Esed bi bêrêzîkirina bizavên navdewletî ji bona rawestandina agirbestê tometbar kir, û got ku bêrêziya rêjîma Esed bi bizavên Rawestandina Karên Şer ji her kesî re xuya dibe.
Hamond balkişand ku bombebarankirina kampa koçberan ji aliyê hêzên Esed ve hevdem hat digel ahingeke mûzîkî li bajarê Tidmirê, ku ew bi xwe hewleke kirêt û bêşermî bû ji bona neguhdarîkirina li berdewamiya êş û azarên bi milyonaan ji xelkê Sûriyê, da zanîn ku vê rêjîmê hemû sînorên bedkariyê derbas kirine, û dem hatiye bo wan aliyên xudan bandor li ser Esed jêre bêjin êdî bese.
Koçika Spî ji aliyê xwe ve pejirand ku qurbaniyên kampê kesên sivîlên bêguneh in ku ji malê xwe ji ber tundutîjiyê koçber bûne û got ku hîç behaneyek bo êrîşkirina li ser kampê nîne.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşa Sûriyê cext kir ku xwînmijê Sûriyê hêjî kuştaran di derheq sivîlan de pêktîne, ku dawî kuştara li Kampa Kemûnê bû, ku li ber guh û pêş çavên civaka navdewletî çavdêrê serekî yê agirbesta di navbera zordar û milet de hat pêkanîn.
Jêder: Hevbendî + Wekalat