Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, daxwaz ji rêxistinên navdewletî yên li Sûryê wek Heyva Sor û Xaça Sor kir, ji bona bilez serdana girtîgeha Hema ya navendî bikin û li ser rewşa wê rawestin, ji ber ku girtî lê rastî metirsiya cînosaydkirinê tên, piştî yaxî û isyana girtiyan ji çend rojan ve wek karvedanekê li ser nerazîbûna ji hewlên hêzên Esed ji bo bidarvekirina hinan ji wan.
Hevbendiyê di daxuyaniyeke xwe de, hişyarî da li ser pêkhatina komelkujiyeke nêzîk ku niha Rêjîm li girtîgeha navendî ya Hemayê haziriyê jê re dike, û daxwaza çavdêeiyek navdewletî ya berdewam ji girtîgehên Sûruyê re kir, di riya desteyekê bi ser NY ve, ku her dem li Sûriyê be û raporên dembidem bide NY û Encumana Ewlekariyê der barê wan girtîgehan.
Û hevbendiyê bi tundî got ku çi hewildaneke nû ji aliyê hêzên Esed bo derbasbûna kotekî di hudirê girtîgehê de, wê gaveke tewankarî ya din be, ji rêjêmekê ku hemî hêlên sor derbas kirine û hemî yasa binpê kirine û mezintirîn tewanên cengê pêk anîne.
Û got ku Girtî di vê zindanê de gihan astekê ji fişaran ku nema karîbûn berdewam bikin, di bin siya serkutkirina bê sînor û rewşa kambax û nebûna rêxistinên li ser karûbarên girtiyan û rewşa wan û dadgehkirina wan rawestin.
Jêder: Hevbendî