Komeleya “Jinên Sûriyê” û bi hevkariya Encûmena Xwecihiya Bajarê Helebê, duhî roja pêncşemê, simînareke hevpeyvînê li ser aktîvkirina rola jinê di civaka sivîl û di rêxistin û encûmenên taxên Helebê de lida rxist.
Hêjayê gotinê ye ku ev çaremîn simînara hevpeyvînî ye li Helebê lidar dikeve, bi armanca bîrewerkirina serokên rêxistin û encûmenên xwecihî, bi rola jinê di avakirina civaka sivîl de.
Herwiha pêncşema bûrî , komeleya “jinên Sûriyê”, civîneke hevpeyvînê di navbera hin jinên çalakvan û girûpên sivîl û yên şoreşgerî de, der barê aktîvmirina pişkdariya jinê di civakê de û ji bona gengeşekirina astengiyên li hember jinan tên lida rxist, di çarçova çalakiyên pirojeya “Dirustkirina Baweriyê” de, ya bi piştgiriya dezgeha “Bedayil”, di baregeha encûmena xwecihî de li bajarê Helebê.
Tê zanîn ku komeleya “Jinên Sûriyê” di destpêka sala 2015an de hatiye damezrandin, û guhdanê bi jinbiya û jinên berdayî bitenê dike, bi rêka pêşkêşkirina komik û diravan ji bona jinên herî pêwîstîdar, herwiha bi kampaniyên bîrewerkirinê û xwepêşandanan dirabe, û kar ji bona çalakirina rola jinê û zêdekirina çalakiya wê ya komelayetî dike.
Jêder: Ajana Smart