Qamişlo bi hejmarek nêzî 10 topên hawin roja yekşemê 14-9-2014 û hate topbarankirin di encamê de kuştî û birîndar ketin.
Demjimêr çarê esrê, çar topên hawin bi ser bajarê Qamişlo de ketin, du top ji wan bi ser çargoşeya Ewlekariyê de,û yek li taxa xerbî nêzî Benga Odê ket, û li gor peyamnêrê me li bajêr, hersî top ziyanên wan ne pir bûn, lê topa çaran ya ku bi ser taxa Zeytûniyê de ket bi ser mala xizanekê de ku ji bajarê Helebê penaber bibûn ket, di encamê de zarokekê jiyana xwe ji dest da, û hinên din birîndar bûn.
Êvarê carke din Qamişlo hate topbarankirin bi topên hawin, yek ji wan bi ser taxa Aşûriyê de ket û di encamê de parêzer Hesen Elcedû´h û zarokek bi navê Şîlan Hesen Ibrahîm hatin kuştin, û yên din li Qenat Elsiwês û bajarê Nisêbînê yê Tirkiyê ketin.
Hin çavdêr dibêjin ku topên hawin zêdetirî sê kîlomitran naçin,ango ev top ji baragehên rêjîmê têne avêtin.
Tê zanîn ku piştî êrîşên YPG bi ser devera Til Hemîs de ev top bi ser Qamişlo de hatin barandin