Rêveberiya giştiya karubarên penaberan ya ser bi hikûmeta Sûriya demkî ve got ku:” topbarana hovane ya hêzên Esed dike li gundewarê bakurê Hemayê bûye sedema koçberiyeka mezin ya welatiyên wan navçeyan, ku li duşema bûrî destpê kiriye û heta niha jî berdewam e”. Herwiha Rida Sêrîs ji Wezareta Kargêriya Xwecihî û Hawarçûnê û Karubarên Penaberan, bo nivîsîngeha ragihandina Hevbendiyê amaje kir ku:” hejmara koçberên reviyane bi sedema topbarankirina hêzên Esed gehiştiye 6000 koçberî, anku nêzîkî 860 xêzanî”. Lê Edhem Mihemed Rêveberê Ortaxiyan û Peywendiyan di Rêveberiya Giştî Ya Karubarên Penaberan de, bo nivîsîngeha ragihandina hevbendiyê got ku:” rêveberiya giştî ya penaberan di çarçoveya bersivdana rewşên awarte de kar dike, bi rêka pêwendiyê ligel rêxistinên Corbecor bo dabînkirina konan bo koçberan, ku gelek ji wan dibin sîbera daran de dijîn ji ber nebûna hejmara pêwîst ji konan” û navên wan rêxistinan diyarkir ku ” ji wan rêxistan: Yekîneya Hevrêziya Piştevaniyê û Helmeta Si´Ûdiyê, komela IHH ya Tirkî, rêxistina”Destdidest Ji Boyî Sûriya”. Herwiha Mihemed dazanîn ku:” Alîkariyên din ji av û xwarinê dê piştî pêleka din bin, piştî ku rewşa koçberên nû çareser bikin”. Herwiha pêşbînî kir ku:” hejmara penaberan di herdu rojên pêş de wê zêdetir bibe ji ber topbarana Esed û êrîşên wî yên berdewam, ku bêhtir ji 40 êrîşî li bajarokê Elletamina”. Tê zanîn ku kargêriya giştiya karubarên penaberan got bû: ku kevanê bi dirêjahiya gundên gundewarê Hemayê (Mihereda-Tîbet Elîmam- Letamina- Kefr Zêta- Hilfaya- Xetab) rastî pêlên koçberiyeka bi komel hatiye, piştî derbasbûna hêzên Esed li nav hedu navçeyên (Tîbet Elîmam – Hilfaya). Herwiha dazanîn ku pirnaiya pêlên koçberiyê berê xwe didin kampên gundewarê Idlibê yên li ser sinorê Tirkiyê,bi taybetî ( kombenda ûtma- kombenda Qah- û bo kombenda Elkerama bi şeweyekî serekî ).
(jêder: Hikûmeta demkî+ Hevbendî).