Îro Encûmena Cîgiran ya Emerîkî projeyê biryara ko pesendkirinê dide Obama ji bo biçekirin û Rahênana Artêşa Sûrî ya Azad yên ko beraberiya Daişê dikin.
Herweha Endamin benda Komarî ev mijara ko hat rawe kirin, li ser bingeha pêzanînên ku Koçka Spî dan, da lezkirin bibe û pesendkirin têkeve destê Obama ji bo Şervanên Sûrî yên miyanrê amade û rahênan bikin eşkere kirin.
Ev kar bi hin mercan hat kirin ko Hêzên Emerîkî yên Bejê neyên bikaranîn, û Birêveberiya Emerîkî raportên berdewam di derbarê dawîtirîn bûyeran bên pûşkêşkirin, û cudakirina rikberên ko wê bên rahênan û amade kirin,
Ji aliyekî din ve rojnameya Niyûyork Tayimz got: Serokê Emerîka Barak Obama wê li Rêjîma Esed vegerîne eger bibe asteng li pêşiya êrîşên asîmanî yên dijî Daişê bi lêdana“Bervedêriyên Asmanî yên Sûrî”.
Di civînekê de bi Pirsporên Emerîkî yên Siyaseta Derve re da xuyakirin ko “Eger Esed wêrekî kir û ew kar kir, Ewê fermanê bide Hêzên Emerîkî da Bervedêriyên asmanî yên Esed ji kok ve tune bike, û lêdana esed dît ku “Ji lêdana Daiş hêsantir e”.
Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nûra Elemîr îro got ko Serokê Emerîka Barak Obama “Tiştekî nû pêşkêş nekir û dîtineke xuyanî ji bo şerê Daişê li Rojhilatê Erebî dananiye”
Helwesta Emerîka hêj qels e, hêjî kuştina rêbazkirî bi destê hêzên Esed û Daiş lidar e. Helwesta Emerîka hêjî ronîkirin jê re divê derbarî tiroristiya Esed û Daiş li herêmê û sedema jî ew e, tunebûna viyaneke siyasî rastî ji bo çareserkirina ketwarê Sûrî û tiroristiyê bi hemû cûreyên wê ve.
Û got: gerek e Birêvebiriya Emerîka bizanibe ko rêka herî serkeftî di tunekirina tiroristiyê de tune ye, ji bilî ko şerê Esed digel rêkxistina Daişa tirorist bi hev re bike.
Û ji aliyekî din ve çi stratîcî ji bo şerê tiroristiyê û tunekirina wê li Herêmê tu caran biser nakeve eger piştgiriya Artêşa Azad nebe, ya ko serkeftina xwe di beraberiya Tundrewiya kor de ya ko Rêjîma Esed ew berda Herêmê da hebûna xwe ya siyasî bicih bike.”
Jêder: Hevbendî