Wezareta Tenduristiyê ya Desthilata Sûrî ya Demkî ferma rawestandina qonaxa duyem ya kampaniya Derzîdana dijî nexweşiya Sorikan ya ko doh Duşembê li hemû Herêmên derveyî destê Rêjîmê destpêkiribû, çimkî hin zarokên bajarê Idlibê pê mirin.
Herweha wezareta Tenduristiyê di agahnameyekê de destnîşan kir ko”Kampaniya Derzîdanê a yekem li dijî nexweşiya Sorikan ya ko ji berî mehekê ve dest pê kir bi awayekî saxlem bê arîşe çû serî, û dora 60000 zarok li hemû Herêmên rizgarkirî hatin Derzîdan.”
Wezareta Tenduristiyê got ko: “Jêderê dermanê Derzîdanê yê nû heman ew Jêder e û cihê heman baweriyê ye, li gora palpiştiya navnetewî ye.”
Jêder: Desthilata Demkî