Duhî, hin ajansên ragihandina Tirkiyê li ser zarê serokê Tirkiya Receb Teyb Erdoxan ragihandin ku ” artêşa Tirkiya dixebite li ser amadakirina pilaninan bo çêkirina navçeyeka rêgir li ser sinorê başûrê welat li hember gefa DAIŞê”. Ji aliyekî din, berpirsekî di serkariyê de, tekezî li axaftina Erdoxan kir , lê bê destnîşankirin û diyarkirina cihê wê navçeyê û tiştek zêdetir ronî nekir. Têzanîn ku Tirkiya dabû xuyakirin ku ” ew nakeve di hevpeymaniyek serbazî de ya Amerîka karê pêkanîna wê dike li dijî DAIŞ li Iraq û Sûriyê”. Herwiha hin berpirsên hikûmeta Tirkiyê ragihandin ku “tişta tevger û lebata Tirkiya berbend dike, hebûna 46 girawên _ ku di nav wan de hin doblomatkar û leşker û zarok- di dest DAIŞ de, piştî revandina wan li heyva Cehzîranê de ji konsilxaneya Tirkiyê li bajarê Mûsilê”. di heman mijarê de, hin berpirsên Amerîka danzanîn ku çend dewletên Erebî tevlîbûna xwe dane xuyakirin bo lêdana derbeyên asmanî li baregehên rêxistina DAIŞê, lê bê aşkirakirina navên wan dewlatan.
Jêder:Royterz