Duhî, Netewên Yekbûyî ragihand ku ” sebazên aştîperêz yên li Çiyayên Colanê ji çar cihan û ji serbazgehekê ji aliyê sinorê Sûriyê ligel Îsrayîlê vekişiyan, bi sedema têkçûna rewşa aramiyê li wê deverê”. Hêjayî gotinê ye ku biryara vekişandina çavdêrên navdewletî bo aliyê din yê Colanê yê li jêr Kontrola Îsrayîlê de hat, piştî rûdana şer û pevçûnên vê dawiyê di navbera şanda Netewên Yekgirtî ya bi navê (yondof) û hin çekdarên ser bi rêxistina Elqa´îda ve. herwiha Berdevkê Netewên yekgirtî Sitîvan Ducarêtiş ji rojnamevanan re got:”di van çend rojên dawiyê de, rewşa yondof li aliyê Sûriya yê û li navçeya rêbir de, pir aloz bûye”, herwiha dazanîn ku ” girûpên çekdar pêşketine ber bi aliyên cîgehên Yondof de, û ev yek dibe gefeke yekser li jiyan û aramiya hêzên aştîparêz bi dirêjahiya hêla biravo ya(Sûrî) li serbazgeha Elfewar”. Herwiha ji aliyekî din jêderekî doblomasî got:” hêzên navborî ji çar cîgehan ji beşê bakur di navçeya rêbir de vekişiyan “. têzanîn ku hêza Yondof di sala 1974an de hatiye pêkanîn bo çavdêriya hêla agirbestê li Colanê di navbera Sûriya û berzdeverên Colanê yên ketine li jêr kontrola Îsrayîlê di sala 1973 an de.
Jêder: Royterz) )