Hejmara qurbaniyên êrîşa asmanî ya duhî li ser bajarokê Telbîsa li gundewarê bakurê Himusê gehişt 40 şehîdan ku piraniya wan kesên sivîl bûn, herwiha serkirdeyê eniya “Elîman bi Lah” Mihemed Eldehîk “Bavê Hatim” ji encama heman êrîşê şehîd bû. têzanîn ku ji pêr ve (roja duşemê) hêzên Esed êrîşên xwe yên bejayî û asmanî xurtkirine li ser navçeyên berfereh yên gundewarê bakurê Himusê, ku bajarê Telbîsa bi tenê rastî 17 êîşên asmanî hat û pirniya êrîşan bi mûşekên zemîn- zemînî bûn. Herwiha 12 sivîl birîndar bûn, ku du ji wan di rewşeke metirsîdar de ne, ji egera êrîşa hêzên Esed yên li Kolîca Cengê bi mûşekan li ser taxa Elwe´ir li bajarê Himusê. Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî duhî û di daxuyaniyekê de, gurkirina serbazî ya hêzên Esed li ser bajarokê Telbîsa bi (êrîşa hovane û ya newêrek) binav kir di daxuyiniyê de tekez kir ku ev êrîş dikevin di “çareçoveya zincîrekê ji tawanên wek wan, yên berdewam li ser sercem bajar û navçeyên Sûriya yê, û armanc ji van tawanan veşartina bêhêvîbûna Esed û alîgirên wî ye, û van baredoxên niha û mijûlbûna komelgeha navdewletî bi şerê DAIŞê ji xwe re bikar tîne, DAIŞ ya ku rêjîma Esed zemîn jê re peyda kirbû bo zalkirina gelek navçeyan. Herwiha hevbendiyê daxwaz ji civaka navdewletî kir ku pêwîst e ku” civaka navnetewî helwîsteke vebir û bihêz bistîne da dawiyê li van tawanan bîne û nehêle dubare bibin, û rêjîma Esed bêxin di nav pilanên serekî yên navdewletî de yên jinavbirina terorê, û piştevaniyê bidin şoreşa sûrî ji bo pêkanîna dad û rûmet û azadiyê li deverê”.
Jêder: Hevbendî + Şam