Agahnanameyeke Rojnamevanî
Xalid Elsalih
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
17.09.2014
Hevbendiya Niştimanî, êrîşên asmanî yên peyhev bi Mûşek û Bermîlên teqîner ji Firokên Rêjîmê li ser taxên Niştecihan li bajarê Telbîsê, yên ji Duşemba çûyî de berdewamin şermezar kir, di encama wan êrîşan de 40 şehîd ketine û serperiştê leşkerî Mihemed Eldihêk û çalakvanê ragihandinî Ebdulah Hemad di nav wan de ne, ji bilî bidehên Birîndaran, û hêj gelek ji wan di bin komên wêraniyê de mane , ji encama herifandina Mal û Mizgeft û Dibistanan. li gor agahiyên çalakvanan.
Ev karê newêrekane yê ko Sivîlan bi tewşî û jikoranî ve amanc dike û tirsê di nav wan de çê dike, yek e ji nav gelek kar û tawankariyên weke wan ko li piraniya bajarên Sûriyê dibin , Rêjîm evan kuştarana hemûyan dike da têkçûn û bêzariya xwe û ya çeteyên bi xwe re binixumîne, û dixwaze sûdê ji mijûlbûna navnetewî bi şerê tiroristiya Rêkxistina Dewleta Islamî wergire .
Ev kuştar nîşanên tawankariya rijêmê ne,divê ev kuştar hêzê bidin helwîsta civaka navnetewî da gelê sûriyê ji bin vê stemê derxîne, û têkbirina serê Rêjîmê bikin pêşdetirîn kar ji bo tunekirina tiroristiyê li Herêmê, û piştgiriya Şoreşa Gelê Sûriyê bikin ji bo rûmet û dadmendî û azadiyê bidest xwe ve bîne.