Doh serdana Şandeya Hevbendiya Niştimanî Sûrî bi serokatiya Hadî Elbehre li Urdinê bidawî bû, ya ko roja Duşembê destpêkiribû, Şandeyê di du rojan de hevdîtin bi çend berpirsiyarên Desthilata Urdinê û bi taybetî Wezareta karûbarê Derve û Berpirsiyarên ewlekariyê kirin.
Û nûnerê Hevbendiyê li Urdinê Mihemed Elmerûh tekez kir ko: “Di Civînan de li ser têkbirina rêkxistina (Daiş) û Rêjîma Esed bi hev re, gotûbêj kirin, û plana Hevbendiyê ya dahatî û herweha çend projeyên giring ji bo paşeroja Sûriyê hatin gengeşe kirin.”
Elmerûh serdan bi”pir erênî bû” salix da. Hêjayî gotinê ye Şande ji bil Serokê Hevbendiyê jî, Endamê Desteya Siyasî Salim Elmislit û Alya Mensûr û Endamên Hevbendiyê Cemal Elwerd û Şelal Gedo û nûnerê Hevbendiyê li Urdinê Mihemed Elmerûh, ew jî ligel şandeyê bûn. Di pey re serokê Hevbendiyê Hadî Elbehre doh êvarî ji wir bi serdaneke fermî çû Erebistana Siûdî da geşteya xwe ya welatên Ereban berdewam bike.
Jêder: Hevbendî