Rapora bi navê ” Zarokên Sûriyayê Mafê xwendinê Wenda dikin ” ku ji aliyê nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî de derketiy, boblata zarokên Sûrî ku mişext û bêwar û li dervey dibistana mane ronî dike.
Raporê destnîşan kir ku : “Ziyana ku digihê zarokên Sûriyayê ji berî sê salan de, ne tenê şehîdbûn e, ya ta niha gihaye 16,422 zarokî, û bêwarbûna wan e, lê ev ast derbas kiriye û gihaye bêparbûna wan ji xwendinê, û dûrbûna wan ji daniştgehên dibistanan, pêşî li welatên wan ê ku rejîma Esed tê de ew dibistan bumbebaran û wêran kirin û ew kirin leşkerxane, û dûv re li welatên penaberiyê ku nema dikarin hejmarek mezintir ji xwendevanên penaber hembêz bikin”.
Herweha Serjimara li ser rewşa zarokên Sûrî, bi taybet tiştê ku rêxistina Yonsêf di rapora xwe ya dawî de derbas kiribû jî di raporê de hat ku: “3 Melyon zarok ji hindirê Sûriyayê koç bûne, Melyonek ji wan zarokan dervey dibistanan e, Melyonek dî di bin metirsya ku ji ber kêm-ewlekariyê dûrî dibistanan bikevin “.
Raporê diyar kir: ” Di dema ku Wezareta Perwerde û Fêrkirinê di Hikûmeta Sûrî ya demkî de erkin mezin bo hembêzkirina xwendevanan dike, diyar dibe ku karînên wê yên sînorkirî têra pêdiviyên fêrkirinê yên pir dabîn nake”.
Çalakiyên bêpere û ehlî di warê alîkariya zarokên Sûriyayê li welatên penaberiyê bo çûna dibistanan jî di raporê de hatin destnîşankirin.
Jêder: Hevbendî