Bankî Mon, Sekeretêrê giştî yê Netewên Yekgirtî, daxwaz ji dewletên dikarin bizavê bikin ji bo jinavbirina metirsiya rêxistina “DAIŞ”, û tekez kir ku ” pêwîste parastina sivîlan di pêş de be”. ji aliyekî din, duhî Tişak Hîgil wezîrê bergirya Amerîka li pêş Encûmena pîran ragihand ku:” êrîşên asîmanî yên Amerîka ku li ser DAIŞ di Sûriya de pêk bîne wê cîgeh û navendên wê yên serkî û torên wê yên lojistî armanc bike”. diheman mijarê de, duhî şah Ebdulahê duwem şahê Urdinê tekez kir ku ” Urdin piştgiriya hevpeymaniya navdewletî dike, ya ku ji dewletên hewla jinavbirina rêxistina DAIŞê pêk tê, herwiha jibo şerê rêxistinên terorist”, û got ku :” Urdin bo dorpêçkirina terorê û tundrewan û alîgirên wan û ziwakirina çavkaniyên wan yên diravî û perepêdanê kar dike, herwiha Urdin hemû hêz û şiyanên xwe ji bo nehêlana parçekirina dewletên rastî milmilane û nakokiyan dibin terxan dike, bi armanca parastina wan û parastina yekîtiya xak û gelên wan “.
(jêder: Elheyat).