Wzîrê Perwerde û Fêrkirinê Ilyas Ebû Sehib Biryarek bi rawestana tomarkirina xwendevanên ne Libnanî di hemû dibistan û peymangehên hikûmî de ta agahdariyeke dî da, ev biryayr derbek bû ji bod dehê hezaran ji malbatên Sûrî û Filestînî yên li hindirê welêt penaber in. ji hêleke dî ve dibe ku ev biryar bibe sedema ne pejirandina bêtirîn bo not hezar xwendevanên Sûrî ku derbasî dibistana bibin li gor bilindtirîn karîn bo rejîma du danan(sibeh û êvar) li dibistanên hikûmî. Ûli gor hejmarin fermî û netewî wê sêsed hezar zarokên Sûrî ji ber kêmasiya pêdiviyan ji dervey dîwarên dibistanên hikûmî bimînin. Penaberkî Filestînî ku ji Sûrî hatiye dibêje: ” Nêzîktirîn dibistan ji bo Wekaleta Onrwa li devera Buqah dikeve, gihiştina wê saetek jê re dive, lewma bêçare ma ku zarokên xwe di sala bûrî de li dibistanên hikûmî yê nêzîk tomar bike.”.
Birêvebirê Giştî yê yê saziya” Bînerê Mafê Mirovan ” Dr Mehmûd Henefî destnîşan kir: “Mafê fêrkirinê ji zarokan re erkek li ser hemû dewletên ku li ser peymanên mafê zarokan e, ha ji zirûfên aborî li hemû welatên mazûvan û giringiya pêşkêşkirin alîkariya guncaw “.jêder : Cezîrê