Agahnameyeke Rojnamevanî
Xalid Elsalih
Serokê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikberiya Sûriyê
18.09.2014
Dewleta Islamî li Herêma Kaniya Ereban “Kobanî” dest daniye ser 21 Gundan ji derdora Helebê ji rexê bakur-Rojhilat ve, doh Çarşembê di êrîşê de û piştî bikaranîna Tang û Topên giran ew Gund dagîr kirin , di encamê de çend Sivîl li Herêmê şehîd ketin û koçberiyeke giştî çê bû, û tirs heye ko Daiş Kuştaran çê bike, eger bêtir bi pêş ve biçin. Ev li gora axaftinên çalakvanên ko Hevbendî agahdar kirin.
Em wek Hevbendiya Niştimanî hişyariyê didin ji metirsiya çêbûna kuştaran di dermafê sivîlan de û em dozê li Civaka Navnetewî dikin ko bi erkên xwe ji bo parastina Sivîlan rabin, berî ko çax bibuhûre, herweha em dozê dikin ku dan û stadina wan bi rewşa sûriyê re mîna dan û standina wan bi rewşa Îraqê re be.
Û em bixurtî tekeziyê li ser giringiya zû-biçekirina Artêşa Azad dikin, bi taybetî piştî pesendkirina Kongirisê Emerîkî derbarî piştgiriya rikberiya Sûriyê ya netundrew, û biryarê berfiretir bikin da çekên corane bidin da karibin li beraberî Rêkxistinên tirorist birawestin.