39 sivîl şehîd bûn ji encama êrîşên hêzên Esed li ser tax û gundewarê Helebê. Ku ji encama êrîşên asmanî yên firokên Esed û avêtina bermîlên teqîner li ser bajarê Babê, bermîlek ji wan bi ser nanpêjxaneyekê de ket û di encamê de, li gor amareka destpêkî 29 kesên sivîl bûn qurbanî. Herwiha firokên Esed tîmargeheka nojdarî li taxa Kermelbêg li Helebê armanc kir û têde 6 sivîlan jiyana xwe jidest dan û hin kesên din birîndar bûn, zêdebarî herfandina beşekî mezin ji Tîmargehê û sotandina hin otombêlan, û li gor Tora Elcezîra ku hin ji wan otombêlan penaber radiguhestin. Herwiha ji egera avêtina bermîlên teqîner li ser taxa Elzibdiya û taxa Henano, 4 sivîl şehîd bûn û 13ê din birîndar bûn. li aliyekî din, piştî kuştina serbazekî bi şaşî li roja pêr (sêşemê), ji encama gulebarakirina taxa Elhemedaniya bi çekên giran, ku li duhî (roja çarşemê) hêzên Esed hin koçber neçarî hilgirtina çekan kirin, û ew li ser xal û rêbendên xwe rawestandin, wek mercekî bo mana wan li nav dibîstan û xaniyên li taxên li jêr kontrola rêjîmê.
Jêder: Hevbendî + Smrat) )