Xalid Elsalih Serokê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî hişyarî da derbarê “metirsiya rûdana kuştaran dermafê sivîlan li Kaniya Ereban (Kobanî)”
Doz ji Civaka Navnetewî kir “ji encamp pêşveçûna Daişê divê bizavin lezgîn bikin ji bo parastina Sivîlan, berî ko dem bibuhûre.”
Ev kar hat piştî Dewleta Islamî li Herêma Kaniya Ereban “Kobanî” dest daniye ser 21 Gundan ji derdora Helebê ji rexê bakur-Rojhilat ve, doh Çarşembê di êrîşê de û piştî bikaranîna Tang û Topên giran ew Gund dagîr kirin , di encamê de çend Sivîl li Herêmê şehîd ketin û koçberiyeke giştî çê bû, û tirs heye ko Daiş Kuştaran çê bike, eger bêtir bi pêş ve biçin. Ev li gora axaftinên çalakvanên ko Hevbendî agahdar kirin.
Herweha Salih ev daxwaz kir“em bixurtî tekeziyê li ser giringiya zû-biçekirina Artêşa Azad dikin, bi taybetî piştî pesendkirina Kongirisê Emerîkî derbarî piştgiriya rikberiya Sûriyê ya netundrew, û biryarê berfiretir bikin da çekên corane bidin da karibin li beraberî Rêkxistinên tirorist birawestin”
Jêder: Hevbendî