Zankoya Cazana li Siûdiyê ji Xwendekarên Sûrî re yên ko dixwazin sala dahatî têkevin Zankoyê bi fermana qeralê Siûdiyê Ebdulah Bin Ebdulezîz 100 Kursî terxan kirin.
Dr. Berekat Bin Hemûd Mikremî, Birêvebirê pejirandin û Navnivîsandina di Zankoyê de got: “Zanokoyê biryar da bexşandina Kursiyan ji Xwendekarên Sûrî re beşên Zanistî û Wêjeyî li Zankoyê bi fermana Qeralê Siûdiyê da Xwendekarên Sûrî karibin xwendina xwe berdewam bikin.”
Mikremî tekez kir ko hêj derfeta daxwaznameyên Navnivîsînê li ber Xwendekarên Sûrî heye, û ji yên ko karibin mercên xwestî pêk bînin, dikarin biçin Birêvebiriya Zankoyê li bajarê Cazan ji bo sala dahatî belgeyên xwe li wir tekûz bikin.
Jêder: Elşerq Elewset