Artêşa Sûrî ya Azad berdewam e di operasyonên xwe yên serbazî de, yên ku duhî ragihandin bi armanca dorpêçkirina firokxaneya Şama navdewletî, di şer û pevçûnên dijwar de, karîbû çendîn deverên hêzên Esed kontrol bike li navçeya Elmerc li aliyê Elxizlaniya (Elmetahin), di dema şoreşvanan baregehên Esed li navçeya Elzemaniya bi topan armanc kir. û di heman çarçovî de, şer û pevçûn carek din ket di navbera artêşa Azad û hêzên Esed de li ser otostirada Elselam li bajarokê Xan Elşîh, digel topbarandina hêzên Esed li ser deverê. û li aliyekî din, hin çalakvanan şehîd kirina serbazê veqetiyayî Mihemed Tibab çespandin, ku îro li berya Elbûkemal termê wî hat dîtin, û hin çavkaniyên agehdar ji nivîsîngiha ragihandinê re danzanîn ku:”Mihemed kêmtir ji heyvekî desteser kirî bû bi dest DAIŞ, û li beyaniya îro peyama şehîdbûna wî hat li berya Elbokemal li ser destê DAIŞ, herwiha Sê sivîl şehîd ketin û di nav wan de zarokek jî, bi teqîna bombeyeka zemînî ku hêzên Esed çandibûn li Elhemad li bajarê Elrhîba li gundewarê Şamê. û li Zebedanî tora Şam şehîd bûna du sivîlan ragihand ku yek ji wan zarok bû, bi guleyên sekvanekî Esed li ser rêbenda Ze’tût li rojhilatê Zebedanî, hevdem bû digel hatina saloxên dirist ji Wadî Bereda, bi armanckirina Sekvanên Esed bo her tişteka bilive li devera Ên Elfîca. Herwiha li derdora kompaniya dermanan li komelgeha Xan Elşîh, 6 bermîlên teqîner ji firokên Esed ketin, û di heman demê de hêzên Esed peyayek û 3 zarok desgîr kirin li zeviyên bajarokê Zibdîn li gundewarê Şamê.
Jêder:Hevbendî +Smart