Di dema serdana Hevbendiya Sûrî bo kampên penaperên Sûrî yên li Herêma Kurdistanê. Rewşa tenduristî li nav penaberên kampan nexweş bû, û ev rewş di nav penaberan de nema tê pejirandin ji ber tinebûna piranyên pêdiviyên tenduristiyê û eger hebin jî pir kêm in. tinebûna bijîjkên taybetmend yek ji wan êşan e yên ku penaber azara wê dikşînin, ya diwem tinebûna dermanan û alavên dnaskirina nexweşiyê û ji lewra penaberên kampan roj bi roj bi ser biyanî û derbederbûna wande tirsa nexweşiya xwe û zarkên xwe dikşînin.
Li Dara Şikran jimara kadroyê bijîşkan tevlî alîkarên wan \25\ kesin. Lê bijîşkên taybetmend du kesin. Yek taybetemendiya wî di nexweşiya zarokan de ye, û yê din bijîşkê dirana ye , û li gorî penaberan. Penaber gazinan dikin û dibêjin kû gelek kêmayî di warê tenduristiyê de hene li gorî jimara penaberan ya dighê \8000\ penaber û belav bûne li ser \1960\ çadirî û qutbûna Elikitirîka Giştî û ya alî kar ya li ser motoran tê berhemdan ew jî bandora xwe li ware tendurist dike, û tinebûna odeya zana jinên ducan, û tunebûna tirimbêla hawerçûyinê..
Li kampa Gewr gozk ya jimara penaberên wê dighê 14500 kesî. Kadroya bijîşkan 4 kesin. Ew jî taybetmendin bi nexweşiya zarokan û jinan û diranan , û li gorî gotina penaberan dibêjin kû ta anha tu kêmayî di kampê de tune ye.
Li kampa Quştepe gazinê penaberan zêde ne , li gorî endamekî Encumena kampê dibêje kû \47\ penaberên kû guhdanek bijîşkiya taybet ji wan re divê , û gelek pêdiviyên tenduristî yên giring ji kampê re pêwîstin.
Jêder: Hevbendî