Qeralê Urdinê Ebdulahê duyem çareseriyek zû û lezgîn an leşkerî ji bo rewşa Sûriyê dûr dît.amaje kir ku: “pirbûna tiroristiyê rewşê aloztir dike û ev bûyerên lezgîn ko em dibînin rêçeke ji bo wêrankirinê û veguhestina qeyranê ji Sûriyê ber bi dewletên cîran ve”.
Di hevdîtina xwe ya bi rojnameya Elxed ya Urdinî re tekez kir: Çareyek tenê heye ew çareya siyasî ye di navbera Rêjîmê û rikberiya niştimaperwer de û hişyarî da eger çareseriya siyasî tune be, dê Sûriyê ber bi dewleta têkçûyî ve biçe.
Ji bo rewşa Penaberan jî got: “Em her bi erkên xwe yê mirovî û netewî radibin û em jê nagerin, lê eger ewlekariya me ket bin metirsiyê de em tu caran napejirînin û tiştên pêwîst emê bikin.” Her weha ji Civaka Navnetewî û Ereban xwest ko pêdiviyên mirovî ji miletê Sûriyê re dabîn bikin, herweha alîkariyan ji dewlet û civakên ko Sûrî li cem wan mêvan in re bêtir bikin.
Jêder: Rojnameya Elxed ya Urdinî