Hevbendiya Niştimaniya Sûrî dilxweşiya xwe diyar dike ji hêminiya ku li bajarokê ersal yê libnanî çêbû, û sipasiya her kesê bi qencî di di vê arîşeyê de kar kir dike, arîşeya ku giha asta bobelateke mirovahî mezin.
Di heman demê de hevbendî matmayîna xwe radigihîne ji van bangên nexweş ku ji kesina ji civaka Libnanî derdikevin, dijminaya xwe ji hevweltiyên Sûrî re diyar dikin, Sûriyên ku ji ber azazdî- xwaziya xwe tûşî şerê qirkirinê bûne li ser destê rijêma Esed û piştgirên wî çeteyên Hizbullah û ji neçarî penaberî libnanê bûne.
Hevbendî ji desthilata Libnanê dixwaze ku bi erkê xwe rabe di parastina penaberên sûrî û dabînkirina ewlehî û hêminiyê ji wan re li ser xaka libnanê.
Û ji rêxistinên mirovî yên cîhanî dixwaze ku li gor yasayên Neteweyên Yekgirtî hemi pêdiviyên jiyana bi rûmet ji wan re pêşkêş bike.
Dilovaniya xwedê ji şehîdan re
Saxî bo birîndaran
azadî ji girtiyan re
Serfirazî û azadî ji sûriyan re.
Herbijî Sûrya
Hevbendiya Niştimaniya Sûrî
10 tebaxa 2014z