Hevbendiya Niştimanî di agahnameyekê de îro piştgiriya Artêşa Azad bi alav û çekan ji Civaka Navnetewî xwest,da li hember metirsiya “Daişê” şer bikin.
Herweha agahnameyê da xuya kirin ko ev rêkxistin li Herêmê mezin dibe, êdî tu behane ji ew aliyên ko bêdeng dimînin re nîn in.
Weha berdewam kir:Hevbendî û Artêşa Azad ji destpêka sala îsal ve,li mezinbûna metirsiya “Daişê” hişyar bûn û şerê wê bi xurtî kirin. Û bi tena xwe man bê ko tu alîkarî û dana pêdiviyên piştgiriyê di cenga li dijî “Daiş” û tiroristiya Elesed bi wan re bibin. Û agahname bi evan gotinan bidawî kir: “Beraberiya evê rêkxistinê gerek ne tenê li ser xaka Iraqê be”.
Jêder: Hevbendî