Hêzên Esed, komelkujiyeke nû pêkanîn ji encama êrîşeka asmanî ya dijwar li gundewarê rojhilatê Helebê, ku têde 19 sivîl bûn qurbanî û bêhtir ji 20 sivîlên din birîndar bûn, û Serevaniya Sivîl ya heman bajarî, hejmara qurbaniyên Bazara Pêz bi nav û bi wêneyan belge kiriye, ku di nav wan de du zarok jî hene, û li gor ajansa Smrat ku termên din nehatine naskirin bi sedema şewata wan. herwiha zarokek birîndar bû ji encama topbarankirina taxa Qadî Esker li Helebê ji aliyê firokxaneya Elneyreb ya serbazî. Li aliyekî din, kuştina efserekî pilebilind bi pileya (Emîd) li navçeya Elmirdiyan li Helebê, ji bal şoreşgeran ve hat ragihandin, û Mihena Cefala serkirdeyê giştî yê Tabûra (Ebû Emara) got, ku li beyaniya duhî, tabûra “Ebû Emara” efserekî hêza Esed bi pileya emîd û bi navê (Heyder Ebêda Neqar) di mala wî de li navçeya Elmirdiyan li Helebê kuşt.
(Jêder: Hevbendî + Smrat)