Ji encama êrîşên firokên Esed li ser gundewarê Helebê 28 welatiyên Sivîl şehîd bûn û di nav wan de hin zarok û jin hebûn, ku firokên Esed bi bêhtir ji 12 mûşekên valakirinê êrîşî bajarên Elbab û Tadiq û navçeya Elxîta kir, , ku bû egera encamdana komelkujiyan di derheqê Sivîlan de û têk birina avahiyên nişteciyan û têkşikandina samanên bingehîn yên wan navçeyên bordomankirî. Herwiha ji encama êrîşeka asîmanî û avêtina bermîlen teqîner li ser taxa Elhalik li bajarê Helebê, 7 sivîl şehîd bûn û 5 kesê din birîndar bûn, û di nav wan de zarok û jin jî hebûn. Herwiha bi heman şêweyî Taxa Elqeta rastî êrîşeka asmanî hat û bû egera şehîdbûna 3 sivîlan û 2 kes birîndar bûn. her di heman mijarê de taxa Qadî Esker rastî êrîşên asmanî hat û hin nûçe bi ketina qurbaniyan hene , û gelek ziyanên madî li komelgeha Hindirat ketin bi sedema avêtina 5 bermîlên teqîner li ser. Hevdem ku firokên cengî û bi mûşekên boşayî êrîş birin li ser herdu bajarokên Heyan û Biyanûn li gundewarê bakurî Helebê. Hevdem ji encama êrîşeka asmanî li ser bajarê Hirîtan li gundewarê Helebê, 5 sivîl birîndar bûn. li aliyekî din şer û pevçûn qewimîn di navbera şoreşvanan û hêzên Esed de li ser herdu aniyên şer yên Taxa Elmîdan û taxa Silêman Elhelebî li Helebê, hevdem ku şoreşgeranhin navendên hêzên Esed li avahiya lêkolînên dan û genim li wê navçeyê armanc kirin. herwiha hevşêweyên wan şer û pevçûnan rûdan di navbera herdu aliyan de li ser tewerê (Elmiyasat-Hîlan) û li ser aniya zîndana navendiya Helebê, ligel gulebarandina wê navçeyê ji bal topxaneyên hêzên Esed.
(Jêder:Hevbendî+Şam+ Semart).