Îro, roja çarşemê û di êrîşeka asmanî de li ser taxa El´erdî li Dêrazorê, 8 sivîl şehîd bûn di nav wan de 2 zarok û afretek hebûn, û bi dehan jî birîndar bûn, û hatin veguhestin bo hin xalên pizîşkî yên nêzîk. Hevdem bû ligel êrîşeka asmaniya dîtir li ser gundê Elhewayic, ku di encamê de 3 kes ji yek binemalê şehîd ketin. di heman demê de hêzên Esed berdewamî dan êrîşên xwe yên asmanî û yên bejîkî li ser çendîn bajar û bajarokên gundewarê Dêrazorê, ku bi şêweyekî bêserûber taxên akincîdar hatin armanckirin û bû egera kuştina gelek welatiyan.
(jêder: Hevbendî)