Li bajarê Morik ser bi gundewarê Hemayê, 4 serbazên Esed hatin kuştin di şer û pevçûnan de digel artêşa Azad, û herwiha artêşa Azad du rêbend kontrol kirin li gundewarê rojavayî Hemayê, û li nêzîk bajarê Mihereda şer û pevçûnên dijwar çêbûn û hin ji serbazên Esed hatin kuştin berî kontrolkirina artêşa Azad herdu rêbendên “Bîco” û “Elmejdel”.
û 11 serbazên Esed hatin dîl kirin li ser rêbenda “Bîco”, û şervanên artêşa Azad destdanîn ser birek çek û teqemenî, û herwiha tankek li ser heman rêbendê bi mûşekeka “konkors” têkşikand û tankek din jî li ser rêbenda “Elmejdel” û taxmê wê hat kuştin. û duhî derengî şevê artêşa Azad baregehên hêzaên rêjîmê li kargeha konsirwa rojavayî Hemayê armanc kir,û bi mûşekan baregehên alaya çaran ya bi ser hêzên Esed yên bi ser kargeha konsirwa ve armanc kir, ji encama wê hin kuştî û birîndar ketin û çar avahî têkçûn. Di demek bûrî de hêzên Esed hin serbaz û maşînên xwe kişandin ji rêbendên deverên gundewarê bakurî Hemayê (Kirnaz, Elhimamiyat, Elşêx Hedîd, Birêdîc), ber bi bajarê Siqêlbiya de. Herwiha serbazên Esed ji rêbenda Şelyot ya li nêzîkî bajarê Miherda vekişiyan ber bi nav bajêr. û li bajarokê Elhiwîca yê gundewarê Hemayê hejmarek kesên sivîl birîndar bûn ji encama topbarana hêzên Esed.
Jêder:Hevbendî + Smart+ Şam.