Doh Artêşa Azad hejmarek ji Hêza Elesed di pevçûnên li Herêma Qelemonê li derdorên Şamê çê bûn kuştin, herweha Artêşa Azad di ewan pevçûnan de Tankek ji kar xistin û Taximê wê kuştin. Ji aliyekî dî ve helîkopteran bi şev çar Bermîlên Teqîner avêtin ser bajarê Zebedanî, digel barandina topan ji tankên rêbendên Elesed yên li derdora bajêr, her weha bermîlên teqîner ji asîman hatin avêtin bi ser bajarokê Xan Elşîh li Xota Rojava û ziyanên darayî li paş xwe hiştin.
Herweha Hêzên Elesed bi Mûşekên Zemîn-Zemîn bajarê Dareya ji çiyayên Muedemiyê bombebaran kir, eynî bombebarkirinê li Xota Rojhilat li bajarê Milêha çê bû jêderê wê Rêvebiriya Berevaniya Asîmanî bû, bê ko tu ziyan bên tomarkirin.
Jêder: Hevbendî û Sumart û Komîtên Hevrêz