Piştî şerekî dijwar dijî hêzên Esed li Hemayê ku bi dehan kuştî û birîndar ji serbazên Esed ketin, herwiha Artêşa Azad karîbû rêbenda Elsifûh li Hilfaya Kontrol bike. herwiha artêşa Azad armancên rasterast bi destanîn ji armanckirina navendeka hêzên Esed li Til Şer´aya û zankoya Beyterê û gundê El´ezîziyê li Hemayê. li aliyekî din firokên Esed bermîlên teqîner avêtin li ser bajarê Tîbet Elîmam û di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û hin birîndar ketin û birînên hinan ji wan giranin. herwiha sivîlek şehîd bû û hin sivîlên din birîndar bûn ji encama êrîşeka asmanî ya firokên Esed li ser bajarê Elletamina, û herwiha firokên Esed êrîşeka asmanî li ser gundê Elhewaş li gundewarê Hemayê pêkanîn û bû sedema birîndarbûna hin kesan.di heman demê de herdu gundên Elhiwêca û Cisr bît Elras bûne armanca topbarana çekên giran yên hêza Esed, lê heta niha agahiyên ziyanan negehiştine me.
Jêder: Hevbendî+ Komîteyên Hemahengiyê.