Razdarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nesir Elherîrî tekez kir, ku wê Hevbendî di karê xuleya sed û çil û didwan de ya Encumena Wezêrên Karê Derve yên Ereban, ku biryar heye îroj li Navenda Emîndariya Giştî ya Komkara Erebî bi serokatiya Morîtanya çêbibe beşdar bibe. Wê Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra gotinekê li Komkarê û li pêş civîna wezarî bide.
Herîrî di piştî hevdîtina xwe û şanda Hevbendiyê bi Razdarê Giştî yê Komkara Erebî Nebîl Elerebî re, di daxuyaniyeke rojnamegerî de li navenda Komkarê got: ” Hevdîtin li ser pêşketinên siyasî û meydanî yên dawî di rewşa Sûriyayê de, herweha biryara Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî ya hejmara 2171, û encamên civîna dewletên Nato bû. Me di hevdîtinê de ji Razdarê Giştî yê Komkara Erebî re da xuyakirin ku şerê dijî terorê nabe ku qonax-qonx bê kirin. Lewra em dozê dikin ku di biryara 2171ê de pêwistiya şerê tewankariya Esed jî hebe, ji ber bingeha terorê di herêmê de ew e. û ” pirsgirêk çareser nabe eger tîror bi bi tevahî ji holê ranebe , û mana rijêmê alîkariya geşbûna tundrewiyê li devera rojnilata Erebî dike, Herweha me doza pesendkirina yasayî ji hevbendiyê re kir, ne tenê ya ji hêla siyasî ve”.
Herîrî weha pêde çû: Xwestekên me destnîşankirî ne, ew jî alîkariya milletê Sûriyayê ye bo rizgarkirina wî ji azarkêşiyê, rejîma Esed û stûnên wî û desthilatê radestî Desteya Hikûmeta Veguhêz li gor biryarên Kongirê Cinêva1 di 30ê Gelawêja 2012an de ne”.
Hêja ye gotinê ku endamên şanda Hevbendiya Niştimanî Sûrî Razdarê Giştî yê Hevbendiyê Nesr Elherîrî, Serokê Komîta Yasayî Hesem Elmalih, Besam Elmelek, Qasim Elxetîb, Adil Elhelwanî, û Xelîl Elrehman bû.
Jêder: Hevbendî.