Li gundewarê Helebê û ji egera êrîşeka asîmaniya hêzên Esed li ser qerqxên bajarokê Êncara, 4 kes ji yek xêzanê şehîd bûn. û herwiha 6 kesên sivîl ji egera ketina rokêtên hawinan li ser herdu taxên Meyselûn û Elcabiriya yên Helebê şehîd bûn, hevdem bû bi berdewamiya êrîşan û avêtina bermîlên teqîner li ser hin taxên din, wek taxa Erd Elhemra, ku sê birîndar lê ketin û hejmarek avahî hatin wêrankirin. Di dema ku firokên Esed du bermîlên teqîner avêtin derdora Zindana Helebê ya navendî, bi heman şêweyî taxa Elşêx Necar hat armanc kirin. û li gundewarê Idilbê û di êrîşeka asîmanî de li ser gundê Korîn, 4 sivîl şehîd bûn û 7ên din birîndar bûn. herwiha hêzên Esed hersê bajarokên Kefr Haya û Me’la û Elramî, bi çekên giran armanc kirin ji rêbendên derdor yên li gundewarê Idlibê.
Jêder: Hevbendî + Komîteyên hemahengiyê + Şam.