Ji encama avêtina bermîlên teqîner ji firokên Elesed, bi ser herdu gundên Tiwînan û Elfasida li gundewarê Hemayê,10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û çendekên dîtir birîndar ketin û birînên hin ji wan kûrin.û duhî 4 sivîl şehîd ketin , di nav wan de afretek, û hindek birîndar ji egera êrîşeke asmanî li ser bazara şînî li bajarê Elletamina li gundewarê Hemayê. û Artêşa azad rêbenda Til Silba li rojavayî gundewarê Hemayê bi yekcarî kontrol kir, û jimarek ji serbazên hêzên rêjîmê hatin kuştin û herwiha di wî şerî de destkeftiyên Artêşa Azad hin çek û rext bûn . û duhî yekşemê, şervanên Artêşa Azad bi yekcarî bajarê Morik li rojavayî Hemayê control kir, piştî çendîn şeran digel hêzên Elesed, ku 10 ji serbazên Elesed hatin kuştin û di nav wan de serkirdeyê helmeta leşkerî li ser Morik,” ew ji milîşeyên huzbullaha tîrorist e”,û artêşa azad maşîneka şêlka û binkeyekî avêtina Mûşekan jî birdûman kirin, herwiha qederek ji çek û cibelxaneyan bi destanîn. û di vê navbirê de artêşa Azad ber bi bajarê Soran pêşket, piştî destdanîna ser du xalên leşkerî ya 5 û 6an û rêbenda “Elkesara” û çendîn kuştî û birîndar ji hêzên Beşar Elesed ketin di şerên nêzîkî Soran.
Çavkanî:(Hevbendî+ Semart)